PeyamaKurd – Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdurrahman Al Sanî got, tiştên ku li ser asayîkirina pêwendiyên bi rejîma Beşar Esed re li Sûriyê hatine gotin, tenê spekulasyon in.
Serokwezîr Al Sanî beriya civîna endamên Konseya Hevkariya Kendavê (GCC) û hin welatên Ereb ên ji bo mijara Sûriyeyê li Cîddeya Erebîstana Siûdî bicivin, daxuyanî da kanala televîzyonê ya Qeterê.
Al Sanî bal kişand ser vê yekê ku helwesta Qeterê ya li hemberî rejîma Esed eşkere ye û diyar kir, "Her tiştên ku li ser asayîkirina bi Esed re tên gotin, tenê spekulasyon in û tiştek li ser maseyê tune."
Al Sanî da zanîn ku bêyî çareseriyeke siyasî ya rast li Sûriyê, di helwesta Qeterê ya asayîkirinê de ti guhertin çênabe û di vî warî de ti gavan navêje û got, "Sedemên rawestandina endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de hê jî derbasdar in."
Komkara Erebî di 12ê Mijdara 201ê de ji ber şerê navxweyî li Sûriyê endamtiya rêjîma Esed di Yekîtiyê de rawestand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin