Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Pêşmergeyên şehîd bû

Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Pêşmergeyên şehîd bû

PeyamaKurd - Îranê bi moşek û dronan doh 24ê Adarê, êrîşî ser binkeya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li herêma Soranê kiribû û di encamê 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê li Soranê tevlî behiya wan her şeş ​​Pêşmergeyan bû ku doh di êrîşa Îranê de şehîd ketibûn.

Serokwezîr Barzanî, sersaxî da malbatên Pêşmergeyan û herwiha hêviya selametiyê ji bo Pêşmergeyên birîndar xwest.