PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku serokatiya wê Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê û Sûriyê General Kevin Copsey dikir re civiya.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên rewşa Iraq, deverê û girîngiya pêşdebirina hevkariyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de hate kirin.
Herwiha tekezî li ser berdewamiya perwerde û piştgîriya Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê û komên terorîstî û parastina aramiya Herêma Kurdistanê hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin