PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêwendiyeke telefonê bi Endamê Encûmena Bilind ê Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî re pêk anî.
Nivîsîngeha Endamê Encûmena Bilind ê Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ligel Kosret Resûl Elî pêk aniye.
Di daxuyaniya nivîskî ya nivîsîngeha Kosret Resûl Elî de hat gotin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi armanca pirsîna rewş û halê Kosret Resûl Elî peywendiya telefonî encam daye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonê de hêviya saxî û tenduristiyê ji bo Kosret Resûl Elî xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin