Mesrûr Barzanî bi sanda Heyva Sor a Îmarat re civiya: Hevkariya ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî didome

Mesrûr Barzanî bi sanda Heyva Sor a Îmarat re civiya: Hevkariya ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî didome

PeyamaKurd -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Gulanê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Desteya Heyva Sor a Îmaratê Mihemed El Felahî û şanda ligel wî kir.

Di civîna ku ku Konsulê Giştî yê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed El Zahirî jî amade bû de, şanda mêvan silav û rêzên Cînişînê Ebû Zebî Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re gihand û bal kişand ser girîngiya pêşveçûna pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di hemû waran de.

Şanda mêvan herwiha tekez kir ku Îmarat dê berdewam bibe di alîkarîkirina aware û penaberên li Herêma Kurdistanê de, bi taybetî di mijara dabînkirina derziya Koronayê de ji bo kampan.

Şanda Îmaratî kêfxweşiya xwe ji ber hebûna hemahengiya ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nîşan da, ku çendîn bername û projeyên xêrxwaziyê ku bi hev re encam didin û wê wan bidomînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo hevkarîkirina dewleta Îmarat û bi taybetî Heyva Sor a Îmaratî nîşan da û daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên ligel Îmaratê anî ziman.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin