PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de ragihand: "Em hêvî dikin ku çavkaniya wan metirsiyên ku gefê li Herêma Kurdistanê dixwin nemîne." Û got, “Dabînkirina sîstema parastinê li dijî van gefan, gaveke girîng e.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku berî çend rojan şandeke leşkerî ya hikûmeta federal a Iraqê li Hewlêrê bû û got: "Ew li gel Wezareta Pêşmerge û Wezareta Navxwe lêkolînê li ser wê yekê dikin ku dê çawa van alîkariyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê û wan kompanyayan bikin ku pêdiviya wan bi piştgirî û parastinê heye."
Mesrûr Barzanî, behsa serdana şanda Amerîkayê kir û diyar kir ku gotûbêjên li gel hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê, bi mebesta baştirkirina peywendiyên di navbera Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê de bûn.
Serokwezîr Barzanî got: "Armanc ew e ku em di warê aborî û ewlehiyê de hevnêrîn bin, rûbirûyî astengiyan bibin û Amerîka zêdetir alîkariya me bike, da ku em aboriya Iraqê baştir bikin û kompanyayên Amerîkî û biyanî zêdetir berê xwe bidin Iraqê."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser peymana nû ya di navbera Washington û Tehranê de jî got: "Em her dem bi aliyê aştiyê re ne. Em her peymanê pêşwazî dikin ku herêmê ber bi aştî û aramiyê ve bibe."