'Bi hemû siyana xwe pistgiriya berjwendiyên gelê Kurdistanê dikim'

'Bi hemû siyana xwe pistgiriya berjwendiyên gelê Kurdistanê dikim'

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê ji bo serokwezîrê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kabîneya wî belav kir.

Serok Barzanî li ser rûpela xwe ya taybetî ya li tora civakî ya Twitterê pîrozbahî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî got, “Pîrozbahiyê li Mesrur Barzanî û kabîneya wî dikim ku îro bawerî li Parlemena Kurdistanê wergirt.”

Di berdewamê de Serok Barzanî diyar kir, “Hêviya serkeftinê ji bo Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê dixwazim û bi hemû şiyanek ve piştgîriyê li pêkanîna berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê dikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin