Ukraynayê balfirên F-16 ji Amerîkayê xwest

Ukraynayê balfirên F-16 ji Amerîkayê xwest

PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Esmanî ya Ukraynayê Mykola Oleshchok, ji bo şerê dijî Rûsyayê ji Amerîkayê careke din daxwaza dayîna balafirên şer ên cûreya F-16 kir.

Olechchok got ku radestkirina balafirên F-16 wê ji bo Ukraynayê roleke girîng bilîze, di kêmkirina metirsiyên hêzên esmanî yên Rûsyayê li ser jiyana welatiyên wan de.

Mykola Oleshchok da zanîn, hêza esmanî ya Ukraynayê ne xwedî derfet û çekên pêwîst ji bo parastina asayîşa esmanî ya welat e û hejmara balafirên şerker ên Rûsî ji Ukraynayê gelekî zêdetir e.

Hêjayî gotinê ye, endamên NATOyê Polonya û Slovakya balafirên MG-29 radestî hêzên Ukraynayê kiribûn, lê Amerîka xwe nade ber dayîna F-16an bo Ukraynayê.

Şerê Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022an ve bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dest pê kiriye û heta niha berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin