PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Enfalê de peyamek belav kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, “Em îro bi dilekî tijî xem û kul, şehîd û qurbaniyên Enfala hovane ku yek ji hovtirîn şêweyên jenosîda li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bû, bi bîr tînin.”
Weke tê zanîn îro ji ser komkujiya Enfalê, 35 sal derbas dibin. Ji 6 Sibata 1986an heta 6ê Îlona 1988an ji aliyê rejîma Beesê bi serokatiya Sedam Husên ve li dijî Kurdan, qirkirina bi navê Enfalê destpê kir û di encama heşt qonaxan de zêdetirî 182 hezar Kurd bi awayekî komkujî hatin kuştin û hatin bêserûşûnkirin. Qonaxa sêyem jî di 14 Nîsana 1988an de destpê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Salvegera Enfalê de peyamek belav kir û da zanîn, “Em îro bi dilekî tijî xem û kul, şehîd û qurbaniyên Enfala hovane ku yek ji hovtirîn şêweyên jenosîda li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bû, bi bîr tînin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn, îro 35 sal di ser komkujiya Enfalê re derbas dibin û got “Rejîma Besê ya Iraqê bi çend qonaxên cuda cuda bi hezaran xelkê sivîl û bêtawan yên gund û navçeyên curbicur yên Kurdistanê veguhaste çolên Başûr û naverasta Iraq, bi zindî hatin binaxkirin û beşeke gelek zêde ji wan jî heta niha wenda ne û çarenivîsa wan ne diyar e.”
Serokwezîr daxwaz ji Iraqê kir ku ziyandîtiyên Enfalê bên qerebûkirin û wiha got “daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku erk û berpirsiyartiyên xwe yên exlaqî û destûrî cîhbicîh bike û zirardîtî, malbet û kesûkarên stemlêkiriyên destê rejîma Beesê bi awayekî şayîste qerebû bike û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bike da ku, bi awayekî baştir bikaribe xizmeta kesûkarên serfiraz yên şehîdan bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin