PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata nivîskar û rojnameger Ferîd Zamdar kir.
Şeva borî nivîskar û rojnamegerê navdarê Kurd Ferîd Zamdar koça dawiyê kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Mixabin nûçeya koça dawiyê ya nivîskar û medyakarê naskirî yê Kurdistanê Ferîd Zamdar me bihîst.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de serxweşî li malbat û kes û karên Ferîd Zamdar kir û tê de got: “Mamoste Ferîd Zamdar nivîskarekî niştimanperwer û bi helwest bû. Xwedê di bihuşta xwe de şad bike û aramî û dilniyabûnê bide malbat wê.”
Ferîd Zamdar sala 1952an li bajarê Hewlêrê jidayik bû. Ferîd Zamdar yek ji rojnamegerên naskirî yên Kurdistanê bû û di salên 2004 ta 2006an Serokê Ofîsa Silêmaniyê yê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdisanê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin