PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê û Serokwezîrê Berê yê Federal Mihemed Şiya Sûdanî kir.
Li gorî daxuyaniya fermî ya civînê, di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê, ligel peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi berfirehî hatin nirxandin.
Her du alî li ser giringiya xurtkirina hevahengî û hevkariya navbera aliyên siyasî ji bo piştgirîkirina hikûmetê, zêdekirina dahata giştî û xizmetkirina hemû pêkhateyan wekhev bûn.
Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li qewareya destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.
Barzanî bal kişand ser diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya giştî ya federal a sala 2027an de û da zanîn ku divê ev pişk bi awayekî dadperwerane û li gorî encamên serjimêriya giştî ya sala 2024an bibe %14.