Li bajarê Qersê temamê TIR an ji ber bamista berfê di rê de man

Li bajarê Qersê temamê TIR an ji ber bamista berfê di rê de man

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li ser rêya Qers-Digor- Ixdirê bi sedema barîna berfê, bahoz û bamiştê TIR ên ku ketibûn ser rê asê man. Berfa ku ber destê êvarê destpêkir nahêle ku ajotvan alavên xwe bajon. Ji ber wê ajotvan li benda tîmên rêxistina rêyên bejayiyê ne da rêya wan ji berfê vekin û wan rizgar bikin.

Ji ajotvanan Faysal Bars ragihandiye ku 5 siete di rê de asê mane û ji Qersê diçin Bazîdê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin