PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşên balafirên Îsraîlê yên bi ser Lubnanê de, 45 welatiyên Sûrî hatin kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji bilî kuştina 45 welatiyên Sûriyeyî, niha bi sedan malbatên Lubnanî jî ji bo ku xwe ji êrîşan biparêzin li ber deriyên sînorê Sûriyê kom bûne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di encama êrîşên berdewam ên Îsraîlê bi ser Hizbullahê de sivîl bûne hedef û dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku bi sedan birîndar hene û rewşa gelek ji wan giran e.
Çavdêriya Sûriyê eşkere kiriye ku ji 5 dergehên Sûriye-Lubnanê bi sedan welatiyên Lubnanî hatine Sûriyê ku Lubnanî li parêzgeha Şam, Tertûs û Humisê bicih dibin.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Lubnanê di encama êrîşên du rojên borî de, herî kêm 500 kes hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin