PeyamaKurd - Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişa mûşekî li dijî serbazgeha hêzên hevpeyman li Iraqê bi tundî şermezar kir û bilêv kir ku di demekî de ku gefa terorê didome, êrişên wiha dibin sebeba bihêzbûna komên radîkal.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser êrişa şeva borî ya li dijî serbazgeha Tacî li Bexdayê, ku hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê tê de ne, daxuyaniyek da.
Mesrûr Barzanî di daxuyaniyê de ew êrişî bi tundî şermezar kiriye û ragihandiye, sersaxiyê dide malbatên qurbaniyên êrişî û hêviya başbûna zû ya birîndaran dixwaze.
‘Divê bi alîkariya hemû aliyên niştimanî û hêzên hevpeyman, rê li hember êrişên xirabkarane bê girtin’
Serokê hikûmetê di beşeka din ya daxuyaniyê de gotiye, di demekî de ku hîn gefa terorê li Iraq û deverê didome, êrişên bi wî rengî dibin sebeba bihêzbûna komên radîkal. Ji xwe li Iraqê welatî di warên tenduristî, aborî û ewlehiyê de di bin fişarek mezin de ne ji ber wê jî aloztirkirina rewşê bi ziyana hemû Iraqê û tevahiya gelên deverê ye.
Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye bi alîkariya hemû aliyên niştimanî û dilsoz û hêzên hevpeyman, rê li hember êrişên xirabkarane bê girtin û hewla aramî, aşitî û baştirkirina rewşa jiyana welatiyan bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin