PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku mafê wan e li dijî terorê her cûre tedbîran bistînin.
Mesrûr Barzanî êrîşa ser mala serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê ya bi İHAyê bi newêrekî navand.
Barzanî, di peyama xwe de bertekê nîşanî êrîşê da û bang kir ku hukumeta federal û civaka navdewletî wezîfa xwe bikin. Mesrûr Barzanî weha got:
“Em êrîşa ser mala serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê bi tundî şermezar dikin û êrîşekî tirsonekiyê ye. Em bang dikin hukumeta federal ku car dibn berpirsiyariya xwe bicîh bîne, ew sûcdarên nerewa teslîmê edaletê bikin û ji bo êrîşên terorê sînorekî deyne.”
Barzanî got ku ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê pêdivî bi hevkaran heye û bang kir civaka navdewletî û dostên xwe ku berjewendiyên xelkê Kurdistanê biparêzin û alîkariyê bidin Herêma kurdistanê.
Mesrûr Barzanî ragihand ku mafê Herêma Kurdistanê heye xwe biparêze û peyama xwe weha qedand:
“Ji bo em li hemberê ew terorîstan têbikoşin, her cûre mafên me hene. Ji bo Herêma Kurdistanê biparêzin, em ê her gavê bavêjin.”