Iraqê destûra balafira Rûsyayê neda!

Iraqê destûra balafira Rûsyayê neda!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Iraqê destûra balafireke Rûsyayê ya şêrr nedaye ku di ser Iraqê derbasî Sûriyê bibe.

Li gorî çapemeniya Iraqê balafireke Rûsyayê ya leşkerî xwestiye ku di ser rêya hewayî ya Iraqê re derbasî bajarê Sûriyê Lazkiyê bibe. Lê Iraqê destûra vê balafirê nedaye. Ji ber ku Iraqê destûra balafirê neda, balafir di ser rêya hewayî ya Îranê re derbasî herêmê bû.

Li gorî agahiyên çapemeniya Iraqê, balafira Rûsyayê du caran destûr xwestiye; lê belê her du caran jî erkdarên Iraqê daxwaza wê red kirine.

Di derbarê vê bûyerê de ne ji erkdarên Iraqê ne jî ji yê Rûsyayê heta niha tu daxuyanî nehatin kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin