PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danasîna projeya "Firecuriya Biyolojîk li Kurdistanê" de axaftinek pêşkêş kir û ev proje wekî gava dîrokî ya ji bo parastina xwezayê û zindiyan pênase kir.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku parastina jîngehê tenê ne erka hikûmetê ye, belkî erka hevpar a hemû civakê ye.
Wî piştevaniya tam a hikûmetê ji bo vê projeya stratejîk a ku ji aliyê Saziya Kurdistanê (Kurdistan Foundation) ve hatî destpêkirin diyar kir.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser dîroka tahrîbata jîngehê li herêmê û anî ziman ku di serdemên berê û di rejîma Sedam de bi hezaran gund hatine wêrankirin, daristan û çavkaniyên avê bi çekên kîmyewî û qedexekirî hatine xerabkirin.
Serokwezîr diyar kir ku piştî Raperîna 1991ê karên mezin ji bo avakirina gundan hatine kirin, lê ji bo bipêşxistin û parastina xwezaya Kurdistanê divê hîn zêdetir gavên zanistî bên avêtin.