PeyamaKurd - Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku di civînên li gel hikûmeta Îraqê de li ser mafên destûrî, darayî û pişka budceya Herêma Kurdistanê gotûbêjên berfireh hatine kirin.
Her wiha da zanîn ku pirsa damezrandina derçûyên zanîngeh û peymangehan yek ji tewerên sereke bûye û got ku ji ber astengiyên 12 salên borî derfeta damezrandina nû tine bûye, lê ew hewl didin bi rêya lihevkirineke dadperwerane ya bi Bexdayê re derfetên kar ji bo ciwanan zêde bikin.
Li ser rewşa siyasî ya navxweyî jî Serokwezîr tekez kir ku çalakkirina parlamentoyê piştî du salan tenê ji bo parastina qewareya şer’î (statuya fermî) û destûrî ya Herêma Kurdistanê bûye.
Mesrûr Barzanî bang li hemû hêzên siyasî kir ku bi berpirsiyariyeke niştimanî bersiva banga Serok Barzanî bidin, vegerin parlamentoyê û tevlî danûstandinên pêkanîna kabîneya 10an a hikûmetê bibin.