Mesrûr Barzanî: Vekirina Parlamentoyê serkeftina îradeya gel e

Mesrûr Barzanî: Vekirina Parlamentoyê serkeftina îradeya gel e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û pîrozbahiyeke germ li Serokê hilbijartî yê hola 6emîn a Parlamentoya Kurdistanê, cîgir û sekreterê wê kir.

Mesrûr Barzanî, spasiya parlamenterên niştimanperwer û xemxur kir ku ji bo parastina rewayetiyê û ji nû ve aktîfkirina parlamentoyê rola xwe lîstine.

Barzanî, biryara aktîfkirina parlamentoyê wekî dilsoziya bi xwîna şehîdan û rêzgirtina li îradeya gel pênase kir.

Herwiha Mesrûr Barzanî, banga yekrêziyê kir û got ku ev gav pabendbûna bi proseya demokratîk re ye û bang li parlamenterên aliyên siyasî yên beşdarî nekirine jî kir ku beşdarî rûniştinan bibin da ku erka xwe ya neteweyî û exlaqî bi cih bînin.

Di dawiyê de Serokwezîr Barzanî tekez kir ku di vê qonaxê de divê hemû aliyên siyasî ji bo parastina destkeftiyên destûrî û xizmetkirina gelê Kurdistanê werin cem hev.