Mesrûr Barzanî pêşangeha Veberhênanê li Hewlêrê vekir  

Mesrûr Barzanî pêşangeha Veberhênanê li Hewlêrê vekir  

PeyamaKurd - Pêşangeha 7an a Navneteweyî ya Emlak û Veberhênanê bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê deriyê xwe ji mêvanan re vekir.

Pêşangeha ku ji aliyê Şirketên Invest Expoyê ve û bi piştgiriya hikûmetê li Parka Sami Ebdulrehman tê sazkirin, çar rojan dewam bike.

Di vê çalakiyê de ku 300 şirketên xwecihî û navneteweyî yên ji 12 welatan tê de cih digirin, tê armanckirin ku pêşveçûna aborî ya Herêma Kurdistanê û pêbaweriya veberhênerên cîhanî bê nîşandan.

Welatî û veberhêner dikarin di nava çar rojan de ji derfetên taybet û daxistinên emlakê sûd werbigirin, di demekê de ku tenê li Hewlêrê 7 hezar û 500 ofîsên emlakê çalak in.