Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand navçeya Siye ya Efrînê

Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand navçeya Siye ya Efrînê

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF), di çarçoveya piştgirî û alîkariya berdewam a gelê Efrînê yê vedigerin ser mal û milkên xwe de, alîkariyên mirovî pêşkeşî xelkê hejar ê navçeya Şiye ya Efrînê kir.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî derbasbûna Efrînê ya piştî erdheja Sibata 2023an ve, alîkarî û piştevanîya welatiyên herêmê berdewam dike.

Berpirsên tîma Efrînê ya BCFê dibêjin, ew wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, projeya alîkariya malbatên vedigerin cih û warê xwe berdewam dikin û îro 26ê Îlonê jî li navçeya Şiyê alîkariya xelkê dikin.

Welatiyên navçeya Şiye, hewcedariya xwe ya bi alîkariyan tînin ziman û spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serok Barzanî dikin ku alîkariyan bênavber ji wan re dişîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin