PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî Dr. Abdula El Mehtoq û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Kuwêtê li Herêma Kurdistanê amade bû, Serokê Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo vehewandina hejmareke mezin ji koçberên navxweyî û derveyî kir û behsa alîkariyên hawarhatinê ya desteya wan kir, ku bi hevkariya bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re li ser koçberan hatine belavkirin.
Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de got ku, tevî ku bi rêxistina terorî DAIŞê re şer dikin û budçeya Herêmê Kurdistanê kêm kiriye jî, ew bêyî ku ferqiyê bixin navbera koçberan alîkariyên pêwist dikin.
Dr. Abdula ji ber vê helwesta Herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêş kirin û debarê dezgeha xêrxwaziyê ku bi hevkariya Weqfa Alikariyê yê Barzanî alîkarî dane koçberan agahî dan.
Barzanî anî ziman ku ji bo hemû arîkariyên mirovî amade ne û amaje kir ku xebatên Dezgeha Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhên girîng in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin