PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê biryarê da ku bi Ûkrayna û Moldova re ji bo bibin endamên YEyê dest bi muzakereyan bike. Sedema biryarê ewe ku her dû dewlet xwe ji Rûsyayê dûr bixin û bêhtir xwe nêzî YEyê bikin.
Sewrokê demkî yê YEyê Belçîka daxwuyanî da û got biryarê dane da muzakere di 25ê Hezîranê de li Luksemburgê destpêbike. Belçîka got:
“Konsey li ser muzakereyên bi Ûkrayna û Moldova re ji bo tevlî YEyê bibin, biryara hevpar dan. Muzakere wê di 25ê Hezîranê de li Luksembûrgê destpêbike. Bi Ûkrayna re seet di 15.30an de û bi Moldova re seet di 18.00an de detpêbike.”
Ûkrayna ji bo bibe endamê YEyê di 24ê Sibata 2022an de seredanê kiribû. Ji bo her dû dewlet bibin endam pêwiste gelek guherînên siyasî û aborî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin