NY Times: Tûnêlên Hemasê ji payînan dirêjtir in

NY Times: Tûnêlên Hemasê ji payînan dirêjtir in

PeyamaKurd - New York Timesê ragihand ku tûnêlên Hemasê ji payîna ku 450 kîlometir e pir zêdetir in.

Rojnameya Amerîkî New York Timesê ji zarê berpirsên payebilind ên Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ku navên xwe nedane ragihand ku tê payîn dirêjiya tora tunelên bin erdê yên Hemasê ji 560 kîlometiran heya 720 kîlometiran jî heye.

Ev piyîn ji payîna artêşa Îsraîlê ya meha borî gelek zêdetir e. 

Li gor nûçeya New York Timesê, di tunelên Xezeyê de nêzîkî 5 hezar û 700 dergeh li herêmê belav bûne.

Beriya niha jî jêderan payînên xwe ragihandibûn û angaştibûn ku dirêjahiya tûnêlên Hemasê yên li Xezeyê zêdetirî 450 kîlometiran e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin