PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li navçeya Enkawayê ya Hewlêrê serdana Katedrala Mar Yûsif a Kildanî kir û ji aliyê Patrikê nû yê Dêra Kildanî ya Îraq û Cîhanê Mar Paul III Nona, hejmarek zêde ya kesayetên olî, Xiristiyan û endamên parlamenê ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahîyên ku ji aliyê malpera fermî ya hikûmetê ve hatine belavkirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo posta nû pîrozbahî li Patrik Nona kir û biryardariya hikûmetê ya ji bo berdewamkirina piştgiriya bo pêkhateyên olî nû kir daku pêşî li her cûre alozî û xitimandina civakî bê girtin.
Patrik Nona jî li beramberî vê serdana nazik spasiya Serokwezîr kir û pesnê reform û projeyên hikûmetê da.
Di berdewamiya rûniştinê de, Patrik Mar Paul III Nona bal kişand ser asta asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî pênaseya "Hûn kesekî kiryar û xebatê ne" bikar anî.
Patrik Nona destnîşan kir ku Barzanî ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên dînî û etnîkî bi biryardariyeke mezin kar dike û ev hewldan Kurdistanê di warê wekheviya civakî de dixê asteke pêşeng.
Patrikê Kildaniyan her weha bi bîr anî ku di dema êrişên terorê de dema Xiristiyan ji cih û warên xwe bûn, Herêma Kurdistanê derîyên xwe ji wan re vekir û tekez kir, ev çanda pêkvejiyanê ya li Hewlêr û Kurdistanê serkeftî ya cîhanî ye û wekî modelekî nimûneyî ji bo hemû dinyayê divê bê tomarkirin.