Mesrûr Barzanî: Sikir ji Xwedê re ku Kurdistan avadantir e

Mesrûr Barzanî: Sikir ji Xwedê re ku Kurdistan avadantir e

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 12ê Adarê li Duhokê beşdarî Konferansa Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê bû û bersiva pirsên ciwanan da û got: “Şikir ji Xwedê re ku Kurdistan niha ji her demê avadantir e”.

Serokwezîr Barzanî got: “Gelek spas dikim, ez ji bo vê hevdîtinê û ji bo mêvandariya we spas dikim. Bi navê Xwedayê mezin û dilovan em spasiya hemû beşdarên vê civînê dikin ku ev derfet dane me. Biborin em hinekî dereng man, li ber derî hin pêşangeh hebûn ku ji me hat xwestin ku em biçin, dema me dît pir xweş bû.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di serî de cejna serhildanê û azadkirina hemû bajar û gundên Kurdistanê li hemû gelê kurd pîroz dikim.

Yên ku beriya serhildanê ji dayik bûne, çi yên li Iraqê û çi yên li welatên din jiyane, dîtine ku jiyan di koçberî û koletiyê de çawa ye. Tê bîra min dema em bi hevrêyên xwe û Pêşmergeyan re rûdiniştin, me digot ger rojekê em vegerin Kurdistanê û azad bijîn.Em vegeriyan Kurdistanê Kurdistan azad e, em ne di bin konên we de ne, şikir ji Xwedê re Kurdistan ji her demê azadtir e.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn, “Yê ku dîroka xwe û rabirdûya xwe nizanibe, ji bo avakirina pêşerojeke baştir nabe bingehek baş. Divê em, hemû, partî, rêxistinên civakî û girseyî dîrokê bi bîr bînin, me ji ku dest pê kir û gihîştin ku derê? Pir caran pirsgirêkên ku em dizanin ku çavkaniya van pirsgirêkan çi ye û ji ku derê têne? Çima em tên astengkirin û çima daxwazên me nayên bicihanîn? Ev ne tenê karê hikûmetê ye, karekî hevbeş e jî, bavê ku Pêşmergetî, koletî, nexweşî û koçberî dîtiye, bila bîne bîra kur û keçên xwe ka çi jiyan kirine û niha jiyan çawa ye. Ji bo parastin û baştirkirina wê jiyanê, divê em bi hev re bixebitin. Erk li ser hikûmetê û erkek taybet li ser nifşê nû heye ku vê ezmûnê biparêze. Ya ku divê hikûmet bike ev e ku derfetan ji van ciwanan re veke ku ber bi paşerojeke geş û qonaxek nû ve biçin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin