PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokê Esayîb Ehlê Heq Qeys Xezelî di hevdîtina xwe de li ser çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de axivîn.
Li gorî daxuyaniyek fermî ya ku ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye weşandin, Serokwezîr Barzanî îro di çarçoveya têkiliyên xwe yên di roja duyemîn a serdana xwe ya Bexdayê de bi Qeys Xezelî re civiya.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, pêşveçûna pêvajoya siyasî û pêşketin û guhertinên dawî yên li herêmê hatine nîqaşkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser girîngiya piştgiriya hikûmeta federal ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên bi Herêma Kurdistanê re, baştirkirina xizmetên giştî û pêşxistina derfetên pêşkeftina aborî li Iraqê, danûstandinek nêrînên hevbeş çêbûye.