PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku divê deverên di navbera Hewlêr û Bexdayê de arîşe li sar wan hene, bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Encam di civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Awrûpayê de hat diyarkirin. Di civînê de mijara têkiliyên Hewlêr-Bexda û halê herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Piştî civînê hat ragihandin ku piştî hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, hilbijartina serokê herêma Kurdistanê û avakirina hukumeta Kurdistanê bi dilxweşî pêşwazî kirine. Pêşdeçûna têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê kêfxweşî daye Yekîtiya Awrûpayê û beyana YA yê weha dewam dike:
“Em dixwazin her dû alî di çarçoveya destûya Iraqê de diyaloga xwe bimeşînin.”
Di civîna wezîrên karen derve yên Yekîtiya Awrûpayê de; behsa deverên ku niqaş an ku arîşe li ser wan hene hat kirin û di encamê de hat gotin ku ew dixwazin li wan deveran bi hevkarî, asayîş û rêvebiriya wan deveran bên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin