Ji ber qeyranê, dêrên Swêdê tên girtin

Ji ber qeyranê, dêrên Swêdê tên girtin

PeyamaKurd- Ji ber qeyrana enerjiyê ya li Swêdê derketiye pêş, ji aliyê rayedaran ve hat ragihandin ku dê ji bo sexbêriya enerjiyê, hin dêr werin girtin.

Ji ber qeyrana enerjiyê ya ku ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê, ji ber dorpêçên li ser Rusyayê derket pêş, ji bo sexbêriyê li rêyên çareseriyê tê gerîn.

Li Swêdê jî ji bo ev pirsgirêk dakeve asta herî jêr, ji aliyê Serokê Beşa Mîrateyên Çandî yê Dêra Swêdê Markus Dahlberg ve daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku

“Li qada bejahiyê, gelek dêr hene. Ev dêr, xwedî cemaetên biçûk in. Ev jî tê wê wateyê ku ji bo venêrîna wan dêran, dê bareke giran li ser milên wan bê barkirin. Bê şik û guman, germbûn lêçûna herî zêde ye.

Gelek avahî ji derve de gelek xirab in. Ji bo ku piskoposiya Lundê avahiyan sûdewartir bike, gelek razemenî lê kirin lê belê em qala avahiyên mezin dikin ku hîn jî qet germ nabin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin