Harris: Îran hêzeke bêîstiqrar e li Rojhilata Navîn

Harris: Îran hêzeke bêîstiqrar e li Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Alîkara Serokê Amerîkayê û namzeta Demokratên Serokomariyê ya Amerîkayê Kamala Harîs derbarê êrîşên Îranê yên li ser Îsraîlê de wiha got: "Îran li Rojhilata Navîn hêzeke bêîstiqrar û xeternak e, êrîşa îro ya li dijî Îsraîlê vê rastiyê îsbat dike."

Harris rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn ji endamên çapemeniyê yên li Qesra Spî re nirxand.

Herîs êrîşa moşekî ya Îranê ya li ser Îsraîlê şermezar kir û got, "Îran li Rojhilata Navîn hêzeke bêîstiqrar û xeternak e, êrîşa îro ya li dijî Îsraîlê vê rastiyê îsbat dike."

Herris tekezî li ser mafê Îsraîlê yê parastina xwe kir û da zanîn ku ew her dem dixwazin piştrast bin ku Telavîv bikare bi awayê herî baş xwe biparêze.

Wê her wiha got, "Pabendbûna min bi ewlekariya Îsraîlê re namîne. Em tu carî ji avêtina gavên pêwîst ji bo parastina hêz û berjewendiyên Amerîkayê li hemberî Îran û terorîstên ku Îran piştgiriya wan dike, dudilî nabin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin