PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku kontrola Tengava Hurmizê bi temamî di destê Washingtonê de ye.
Trump dorpêça deryayî ya amerîkî ya li herêmê wekî "dîwarekî ji pola" pênase kir û got ku tiştekî ku Îran li hemberî vê rewşê bikare bike nîne, lewma ew dê kontrola vê rêya avê ya stratejîk di destê xwe de bihêlin.
Trump behsa rewşa leşkerî û aborî ya Îranê kir û îdîa kir ku kapasîteya leşkerî ya Tehranê hatiye bêbandorkirin û Supaya Pasdaran derbeyeke mezin xwariye.
Serokê DYAyê bal kişand ser krîza aborî ya li Îranê û destnîşan kir ku aboriya wî welatî li ber rûxînê ye û enflasyon gihîştiye ji sedî 300î û tekez kir ku Îran êdî ne zordara Rojhilata Navîn e û tenê bi rêya nûçeyên derewîn hewla rawestînê dide.