PeyamaKurd – Li Bolîvyayê hêzên artêşê li paytext La Pazê li ber avahiya hikûmetê kom bûn. Serokê Bolîvyayê Luis Arce bang li hêzên artêşê kir ku vekişin.
Serokdewletê Bolîvyayê Luîs Arce diyar kir ku li welêt hin yekîneyên leşkerî bi awayekî neqanûnî seferber bûne û ji artêşê xwest ku rêzê li demokrasiyê bigire.
Arce li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyanî da û got, "Em seferberiya neqanûnî ya hin yekîneyên leşkerî ji aliyê hin yekîneyên artêşa Bolîvyayê ve şermezar dikin. Divê rêz li demokrasiyê bê girtin."
Çapemeniya herêmî ragihand ku bi tank û leşkerên kapûpê sivîl ji Meydana Plaza Murillo ya paytext derxistine û herêm dorpêç kirine.
Raportên nûçeyan îdia kirin ku fermandarên payebilind ên artêşa Bolîvyayê gefa desteserkirina desteya rêveberiyê dixwin.
Di nûçeyên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de hat diyarkirin ku li derdora Serfermandariya Giştî yekîneyên leşkerî bi cih bûne.
Serokê berê yê Bolîvyayê Evo Morales li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên çekdar hewl didin "derbeyê" bikin.
Morales got, "Derbe nêzîk dibe. Fermandarên li Sererkaniyê banga civîneke awarte di saet 15.00an de kirin. Em banga seferberiya neteweyî li hemû gelê xwe yên li bajar û gundan ji bo parastina demokrasiyê dikin. Em greva giştî ya bêdem û bêdorveger îlan dikin. Em ê rê nedin ku hêzên çekdar demokrasiyê binpê bikin û gel bitirsînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin