Mezlûm Ebdî: Ev Newroza yekîtiya kûrdî ya Rojavayê Kurdistanê ye

Mezlûm Ebdî: Ev Newroza yekîtiya kûrdî ya Rojavayê Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi boneya hatina Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “Wê ev Newroz bibe sembola yekîtiya hêzên kûrdî li Rojavayê Kurdistanê.”

Ebdî di peyama xwe de wiha got:

”Em Newroza 2025 li gelê Kurd li Rojava, Sûriya û cîhanê pîroz dikin. Dîsa ji dil pîrozbahiyên xwe bi şervanên HSD û Asayîșê, kedkarên Xweseriyê û malbatên șehîdan re parve dikin.

Wê ev Newroz bibe sembola yekîtiya hêzên kûrdî li Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha wê tevahî pêkhatiyên Sûriyê ji Ereb, Kurd, Sûryen, Turkmen, Aşûr û Ermen deskeftiyên xwe biparêzin û di Sûriya nû cihê xwe misoger bikin. Newroza we pîroz be..”

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.