PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack gihîştin paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Armanca vê serdanê gotûbêjkirina pêşketinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê Sûriyeyê û peywendiyên di navbera aliyan de ye.
Di hevdîtinê de dê bi taybetî li ser pêşeroja "Peymana 10ê Adarê" ya di navbera HSD û hikûmeta li Şamê (Ehmed Şera) de, êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê û aramiya herêmî were axaftin.
Ev serdana dîplomatîk di demekê de ye ku şerê li Helebê Peymana 10ê Adarê xistiye metirsiyê. Nûnera MSDyê Sînem Mihemed diyar kir ku Washingtonê di vê pêvajoyê de helwêsta xwe ya li hemberî hikûmeta Şamê guhertiye.