PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê danûstandinên yekrêziyê yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd ku PYD pêşengiya wan dike, peyamek belav kir.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterî wiha got: “Em bi xebatên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in.Keda wan a pêkanîna lihevkirina pêşîn cihê kêfxweşîyê ye. Bi hêviya ev lihevkirin wê bi peymanek nû re tacîdar bibe da ku berjewendî û mafên rewa yên gelê me misoger bike.”
Em bi xebatên hevbeş ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Li Sûriyê û Partîyên Yekitîya Niştimanî ya Kurd şanaz in.Keda wan a pêkanîna lihevkirina pêşîn cihê kêfxweşîyê ye. Bi hêviya ev lihevkirin wê bi peymanek nû re tacîdar bibe da ku berjewendî û mafên rewa yên gelê me misoger bike.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) June 16, 2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin