PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ciwanê Wanî Mihemmed Orhanê ku di kêliya polêsan ew desteserkiribûn jî, bi ken û desthejandina xwe bûbû sembola çalakiyên Wanê hatiye girtin.
Mihemmed Orhan, di dema çalakiyên Wanê yên piştî mafê şaredartiyê ji namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan hate standin destpê kirin de bûbû sembola çalakiyan.
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinên 31ê Adarê de ji sedî 55,48ê dengan wergirtibû û bûbû yekem, lê belê lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar dabû ku erknameya şaredartiyê bide namzedê AK Partiyê ku li Wanê bûbû duyemîn.
Piştî vê yekê gel li gellek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê daketin kolanan û bertekên tund nîşanî vê biryarê da.
Li Wana ku navenda protestoyan bû gel herikîbû kolanan û di dema çalakiyên protestoyî de wêneyê kêliyan ku Mihemmed Orhan ji aliyê du polêsan ve hatibû desteserkirin belav bûn. Polêsan ew dibirin qereqolê, lê belê ew dikeniya û bi destê xwe silavê dida xelkê li derdorê.
Piştî ev wêne di platformên medya civakî de bi lez belav bû, ciwanê rûken bi carekê bû sembola Wanê.
Parêzerê ciwanê Kurd Mihemmed Orhan, bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku Mihemmed Orhanê 18 salî hatiye girtin.
Parêzer Diyar Kesercî da zanîn ku ev biryar bêhiqûqî ye û ew ê îtiraz bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin