Mîranî: Hevdîtina bi YNKê re erênî derbas bû

Mîranî: Hevdîtina bi YNKê re erênî derbas bû

PeyamaKurd- Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku civîna ligel YNKê erênî bûye.

Şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî li Pîrmamê ligel şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya.

Piştî civînê, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî daxuyanî da çapemeniyê û da zanîn ku civîna navborî, erênî derbas bûye.

Fazil Mîranî di dewama daxuyaniyê de got, "Wekî PDK me negotye 'YNK ne hêz e' û got, "Tevî ku bi têra xwe kursî bi dest nexist jî me serokwezîrtiyê da YNKê û me kursî hesab nekir. PDK, berjewendiyên Herêma Kurdistanê dinirxîne.”

Mîranî amaje kir ku PDK deriyên xwe negirtiye û got, "Emê di civînên bê de pirsgirêkan çareser bikin."

Parlamenterê PDKê Mîranî got, "Ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê, parastina demokrasî û jiyana hevbeş û ji holê rakirina valahiya di destûrê de berpirsyariya me heye ku em hilbijartinan bi rêxistin bikin."

Îro li Pîrmamê şandên PDK û YNKê di derbarê hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de civiyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin