Mîrê Êzidiyan: Fermana Êzidiyan dewam dike, bidawî nebûye

Mîrê Êzidiyan: Fermana Êzidiyan dewam dike, bidawî nebûye

PeyamaKurd - Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg di 8emîn salvegera jenosîda Êzidiyan a Şingalê de got ku civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê sozên xwe li hember Êzidiyan bi cih neanîne û destnîşan kir, “Heta îro jî fermana ser Êzidiyan berdewam e.”

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, di salvegera 3yê Tebaxa 2014an a êrîşa terorîstên DAIŞê û jenosîdkirina Kurdên Êzidî de ji medya Kurdistanê re axivî û got: “Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî sozên avedankirina Şingalê û qerebûkirina xelkê, diyarkirina çarenivîsa sê hezar xwişk û birayên me, vekirina gorên bikomî û hewlên ji bo nasandina vê karesatê wek jenosîd, dabûn me lê mixabin heta niha wan tiştek ji wan bi cih neaniye.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar kir: “DAIŞ nema û tevî derbasbûna heşt salan jî, hîn xelkê me di bin konan de dijîn. Xelkê me koçber û derbider bûne û heta niha îro jî ferman li ser xelkê me berdewam e.”

Mîrê Êzidiyan herwiha daxwaz ji civaka navdewletî, hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên navdewletî kir ku pirsgirêkên Şingalê û xelkê wê çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin