PeyamaKurd- Şaredarê şaredariya mezin yê Diyarbekirê Dr. Adnan Selçuk Mızraklı li ser mijara girtina ji wezîfeya serokatiya şaredariyê û tayîna qeyûm bo şaredariyê weha got:
“Ev kiryar bi demokrasiyê û dewleta hûqûqê re lihev nake û bêrêziya ji îrade ya xelkê re ye.”
Selçuk ragihand ku ew bi dengên xelkê hatine ser îdara şaredariyê û tenha xelk dikare wan ji ser karên wan dûr bixe.
Sê roj berê şaredarê şaredariya mezin yê Diyarbekirê, yê Mêrdîn û Wanê bi biryara wezareta karên hundir ya Tirkiyê ji wezîfeyên wan hatibû girtin û di şûna wan de parêzgerên bajarên navborî bo serokatiya şaredariyan hatibûn tayînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin