PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi diyarkirina navê wezîran û berpirsên fermangehên yasayî re mijûl e. PDK radigehîne ku dê demekî herî zû de navê namzedên xwe yên wezaretan pêşkeş bikin.
Berpirsê fermangeha yasayî yê PDKê Bextiyar Heyder ji medya Kurdistanê re ragihand: “Ji destpêkê ve PDKê amadekarî kirine û biryar nav PDKê de navendî ango merkezî ye. ji ber wê demekî her kurt de PDK amade ye bo navê wezîran pêşkeş bike, ku beşek ji wan li gor pisporî û beşek ji wan jî li gor ezmûn dê bên pêşkeş kirin."
Hewiha diyar kir, di dawiyê divê Serok Barzanî razîbûnê li ser nav an nîşan bide û ragihand: “Aliyên beşdarî proseyê nayên dûrxistin, sekreterê Parlamentoyê bo Tirkmenan e, pêkhateyên din jî dê pişka wan hebe, bo ku payeyên din jî ji tirkmenan re bê dayîn, li ser vê jî lijneyek taybet biryarê dide.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin