PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê îro Înê bi daxuyaniyekê ragihand, Washington nikare Îranê li ser nakokiyên hebûna nerewa Amerîkayê li Iraqê berpirsyar bibîne û berpirsiya kuştina fermandarên leşkerî û şervanên Amerîkayê di êrîşa baregeha Taciyê de red kir.
Wezareta Derve ya Îranê da xuyakirin, divê Trump ji tawanbariyê bêbingeh vegere û hebûna hêzên Amerîkayê li herêmê jî bi awayekî nerewa ku nayên xwestin bi nav kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin