PeyamaKurd - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Mirovî Mark Lowcock, di civîna Navenda Giştî ya NYyê de ragihand ku 26ê Sibata 2019an Konferansa Alîkariya Mirovî bo Yemenê were lidarxistin.
Di şerê 3 salan ê Yemenê de ku hêzên hikûmetê û hevpeymanên wê û Hûsî şerê hev dikin de, 70%ê gel ango 20 milyon mirov rûbirûyî birçîbûnê bûne û ev jî bûye sedema nebûna derman, xwarin û zêdebûna mirinan ji ber nexweşînên wekî kolerayê.
Ji 6ê Kanûnê ve bi çavdêriya NYyê li paytexta Swêd Stockholmê gotûbêjên çareseriyê di navbera şandên hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de berdewam dikin, lê hîn ti çareseriyek ji bo rawestandina şerê navxweyî re nehatiye dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin