Moskova naxwaze Kurd ji Samê dûr bikevin

Moskova naxwaze Kurd ji Samê dûr bikevin

PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku Rûsya dixwaze Kurdên Sûriyê û hukumeta Sûriyê nêzî hev bibin.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku biryar hatiye dayîn dê civîna pêşiya wan, li Soçiyê, bi tevlîbûna Moskova, Ankara û Tehranê çêbibe. Berdevk Zaharova ragihand ku di civînê de wê bi hûrayî li ser mijara Sûriyê rawestin.

Zaharova, li ser pirsên di derbarê Kurdan de, bê wê tevlî civînê bibin an na de weha got:

“Wê Kurd tevlî hevdîtinên Astana bibin? Wê Kurd bi rêvebiriya Şamê re lihev bikin? Ew axa di bin kontrola wan de, wê teslimê Şamê bikin? Û pirsen weha ji me tên kirin. Ez dixwazim bo hemûyan bersiveka weha bidim; Rûsya daîma Kurda weka ûnsûrekî esasî ya Sûriyê dibîne. Di vê çarçoveyê de em Kurda teşwîq dikin da xwe nêzî hukumeta Sûriyê bikin û hevdîtinan bikin. Ev hevdîtin wê hukumraniya Sûriyê biparêze û bi kêrî yekîtiya wan were.”

Li aliyê dinê Sergey Ryabkov behsa tişteka dinê dike û dibêje:

“Em dewletên garantor bi hevre di nava têkiliyan de ne. Krîza Sûriyê bi awayeka giştî ber bi çareseriyê de diçe. Armanca bingehîn parastina yekîtiya axa Sûriyê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin