PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, amarên derbarê rewşa dawî ya vîrusa koronayê de eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Yekşemê ya Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, di 24 saetên borî de 746 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 4 kesên din jî can dane.
Herwiha wezaretê eşkere kir ku di 24 saetên dawî de 481 pêketîyên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara mirinên ji koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 4504 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin