PeyamaKurd - Piştî peyamên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê Sûriyeyê de, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn axivî û diyar kir ku, "Rewşa li dinyayê cihê nîgeraniyê ye, em hêvî dikin ku aqilê selîm biserkeve."
Pûtîn di serdana balyozên nû de qala dîplomasiya rûsî kir û ragihand ku rewşa dinyayê ku ber bi kaosê ve diçe, cihê nîgeraniyê ye û em hêvî dikin ku aqlê selîm biserkeve.
Serokê rûsî destnîşan kir ku Rûsya têkiliyên erenî bi hevalbendên xwe re datîne û got: "Helwesta ji bo zexmbûna ewlehiya herêmî û kurewî ya Rûsyayê dê bi biryar bidome."
Serokê Dewleta Rûsyayê destnîşan kir ku, "Hevkariya di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî, bandoreke erenî li ewlehiya Rojhilata Navîn dike"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin