Li Spanyayê helîkopterek û balafirek li hev ketin: 7 kesan can da

Li Spanyayê helîkopterek û balafirek li hev ketin: 7 kesan can da

PeyamaKurd - Li esmanê Girava Mallorcaya Spanyayê helîkoptereke û balafireke taybet li hev ketin û di encama wê qezayê de 2 kes jê zarok 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên berdest, di qezaya roja yekşemê de 2 kes jê zarok bi tevahî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Rêveberiya Herêma Mallorcayê Francina Armengol ragihand ku tîmên hawarçûnê li herêmê xebatên lêkolînê dimeşînin û wezîrek jî çûye Incayê.

Rojnameya herêmî ya Mallorcayê Diario De Mallorcayê ragihand ku qeza li gorî dema herêmî li demjimêr 13.36an li ser avahiya nexweşxaneyekê qewimiye.

Di dîmenên ku bi rayagiştî re hatine parvekirin de xuya dike ku dûvikê balafirê ketiye ser rê û perçeyekî din ê balafirê jî ketiye bexçeyekî.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez got diayên me ji bo qurbaniyan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin