PeyamaKurd - Yek ji damezirînerên PKKê û endamê Konseya Birêvebir a KCKê Mustafa Karasu, derbarê salvegera yekem a biryara fesihkirina PKKê de got ku ev biryar ne encama lawazbûnê ye, lê belê encama guherîneke paradîgmayê û derbasbûna ber bi têkoşîna siyasî ve ye.
Guherîna Paradîgmayê û Sosyalîzma Demokratîk
Mustafa Karasu destnîşan kir ku tevgera wan a 50 salî êdî ji nêzîkatiyên sosyalîst ên klasîk dûr ketiye û gihîştiye têgihîştineke "sosyalîsta demokratîk".
Karasu diyar kir ku şert û mercên Rojhilata Navîn û cîhanê guherîne, ji ber wê jî pêdivî bi rêxistinbûneke nû hebû û got ku fesihkirina PKKê ne ji ber bêencambûnê ye, ev pêngav ji bo ku nirxên di nav 50 salan de hatine afirandin bi watedarî derbasî qonaxeke nû bibin hatiye avêtin.
Têkoşîna bi Rêyên Siyasî û Demokratîk
Karasu ragihand ku armanca wan a sereke di vê qonaxê de meşandina têkoşînê bi rêyên siyasî û demokratîk e û diyar kir, eger dewlet di vê mijarê de rêyan veke hemû armanc dikarin bi rêya siyasetê pêk werin.
Karasu got ku fesihkirina PKKê di heman demê de "rêzgirtinek e ji bo dîrok û nirxên PKKê", daku ew destkeftî di nav qonaxeke nû ya demokratîk de bigihîjin encamê.