Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Îngilistanê civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Îngilistanê civiya

PeyamaKurd – Î​​​​​​ro şemiyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Îngilistanê David Lammy di çarçoveya rêzecivînên xwe yên di Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê ya Almanyayê de civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevkariyên siyasî, ewlehî û aborî hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Îngilistanê ya berdewam kir, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê û bipêşxistina saziyên bihêz ên ewlehiyê de, û tekezî li ser rola wê ya girîng di dabînkirina aramiya navçeyê de kir.”

Li hemberî vê yekê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Lammy tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên Îngilistanê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha balkişand ser giringiya hevkarî û hevkariyên hevbeş bo çareserkirina kêşeyên ewlekarî û aborî yên herêmê û tekezî li ser wê yekê kir ku Îmgilsdu dê berdewam be li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê.

Di hevdîtinê de mijarên sereke yên ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên giring ên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.