Lavrov: Têkiliyên me yên bi tirkan re gelekî bihêz in!

Lavrov: Têkiliyên me yên bi tirkan re gelekî bihêz in!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di Konferansa Navdewletî ya Valday bo Diyalogê de gotarek pêşkêş kir.

Lavrov di axaftina xwe de rexne li Amerîkayê girtin ku piştevaniya hêzên kurd li Sûriyê dike û careke din got, Amerîka bi pereyên sûriyan piştevaniyê li hewldanên cudaxwazîyê yên rêxistinên Kurdî dike.

Sergey Lavrov bal kişand ser têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê û diyar kir, “Dostên me yên li Tirkiyê di biryardanê de xwe serxwebûneke temam in, bi taybetî di biryarên dîplomatîk de. Ji bo çareseriyên kêşeyan rêçareyên hevtayên me yên tirk ên guncaw hene û ji me re jî pêşniyar dikin. Tevî cudahiya di nêrîn û helwestên me de li ser hejmarek pirs û babetên cuda jî têkiliyên me li gel tirkan gelek bihêz in.”

Lavrov li ser rêkeftina Idlibê jî da zanîn ku, ev rêkeftin berhema pêwendiyên baş ên di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye û li ser rawestandina gerên hevbeş got, “Gerên hevbeş ên di navbera hêzên me de demekê bi çend sedeman hatin rawestandin, lê careke din destpê kirine. Em dixebitin ji bo çareserkirina rêgiriyan, daku rêkeftin weke xwe pêk bê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin