Barrack: Têkiliyên bi Iraqê re di qonaxeke gelekî krîtîk de ne

Barrack: Têkiliyên bi Iraqê re di qonaxeke gelekî krîtîk de ne

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Iraqê Tom Barrack îro Duşemê ragihand ku peywendiyên welatê wî û Îraqê di demeke yekalîker de ne.

Barrack diyar kir ku ev têkilî ji hevkariyeke sînordar a ewlehiyê ber bi peywendiyeke berfirehtir ve diçin ku li ser bingeha hevahengiya aborî û berjewendiyên hevpar tên avakirin.

Barrack bal kişand ser serdana xwe ya Iraqê û hevdîtina xwe ya ligel Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya DYAyê Steve Fagin û ezmûna wî ya li herêmê bilind nirxand.